• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel nûnerên aliyê siyasiyên Kurdistanê ya li devera Behdînan civiya

Gulan Media December 24, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel nûnerên aliyê siyasiyên Kurdistanê ya li devera Behdînan civiya
Îro şemî 24/12/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Dihok li gel nûnerên aliyê siyasiyên Kurdistanê ya li deverê civiya.

Li civînê de bîrura sebaret bi pêşketinên dawiya pêvajoya siyasiya Iraqê û tengasiyên siyasiyê vê dawiyê danustandin kirin û ronahî jî xistin li ser rewşa îroya Herêma Kurdistanê bi giştî û devera Behdînan bi taybetî.

Amadevanên civînê ku ji nûnerên aliyê siyasiyên (Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê, Hizba Şu'î, Tevgera Goran, Sosyalîst, Zehmetkêşan, Komela Îslamî, Tevgera Demokratî Aşûrî, Beyt Nehrîn, Hizba Nîştimanî Aşûrî, Hizba Demokratî Kildanî û Encûmena Mîllî Kildanî Suryanî Aşûrî) pêkhatibûn, aliyan tekez li ser yekrêzî û yek helwestiya wan aliyan û her wiha parastina pêkve jiyana birayaneya di navbera hemû pêkhatan kir û serdana Serok Barzanî jî ya deverê û civîn û hevdîtinên li gel hemû çîn û tuwêjan û guhgirtina dîtin û nêrîna wan û daxwaziyên bilind nirxand.
Top