‘PDK ji nêzîkbûna YNK û Goranê kêfxweş e’
Serokê civata rêveberiya YÎKê, Mihemed Ehmed, duh ji AKnewsê re got, şandeke pilebilind a Goranê, ku ji Newşîrwan Mistefa, Qadir Hacî Elî û Mihemed Tofîq pêk hatibû, serdana nivîsîngeha YÎKê ya Silêmaniyê kirin.
Ehmed diyar kir, di civînê de, rayedarên her du partiyan, cext li ser yekrêziya mala kurd û rijdbûna îradeya guhertinê kirin û hat gotin, serkeftina kurdan li derve, girêdayî serkeftina wan di navxwe de ye.
Li bara sedema amadenebûna seorkê komela îslamî ya Kurdistanê (KÎK) di civîna duh de, Ehmed got, ew civîn ya dijbere nebû û serokê KÎKê jî çûye derveyî herêmê.
Her wiha, duh bo cara yekê, serokê giştî yê YNKê Celal Talebanî digel serokê Goranê Newşîrwan Mistefa hevdîtineke telefonî kirin.
Li bara vê yekê, AKnewsê xwest helwesta rayedarên Goranê li hember vê yekê bizane, lê kesî tu daxuyanî neda.
Gotyarê YNKê, Azad Cundiyanî, ji AKnewsê re got, ji ber ku ez nû ji derveyî herêmê hatime, nizanim ka çi bûye, min jî li ragihandinê bihîstiye.
Gotyarê rêveberiya PDKê li Silêmaniyê, Ebdulwehab Elî, ji AKnewsê re got, PDK ji hevdîtina telefonî ya Talebanî û Newşîrwan Mistefa kêfxweş e, ji ber ku ev dibe sedema lihevnêzîkbûna mala kurd.
Elî, diyar kir, serdana serokê PDKê bo navenda giştî ya Goranê jî bo lihevnêzîkkirina hêzên Kurdistanî bû û wê demê Barzanî gotibû, “em niha hatine, heke birayên YNKê jî bên em dê kêfxweş bibin.”
-AKnews
