• Wednesday, 04 February 2026
logo

R. Rojnamevanên Bêsînor: Îsal 66 Rojnamevan hatine kuştin

Gulan Media December 21, 2011 Nûçe
R. Rojnamevanên Bêsînor: Îsal 66 Rojnamevan hatine kuştin
Rêxistina Rojnamevanê Bêsînor li parîsê daxûyaniyek belav kir û diyar kirin ku îsal li cîhanê 66 rojnamevan li seranserê cîhanê hatine kuştin ku piraniya wan li dema şoreşa Erebî, Meksîk û Pakistanê de hatine kuştin.

Li gor rapora vê rêxistinê, 10 kes li Pakistanê di dema tomarkirina rûdawan hatine kuştin û ev 2 sale ku Pakistan weke metirsdartirîn welat ji bo kuştina rojnamevanan tê tomar kirin.

Her wiha hate diyar kirin ku hinek ji rojnamevanan li Emrîkaya Latîn bi destê banda Mafiyan hatine kuştin. Hêjayî gotinê ye ku îsal 1044 rojnamevan hatine desteser kirin ku du beaberê sala 2010`ne.

Rêxistin, di rapora xwe de destnîşan dike ku welatê Çîn, Êran û Erîtriya mezintirîn girtîgeh ji bo rojnamevanan dabîn dike û hejmarek mezin rojnamevan di girtîgehên van welatan de ne.
Top