• Wednesday, 04 February 2026
logo

‘Haşimî mêvanê me ye û em bi ti awayî teslîm nakin’

Gulan Media December 21, 2011 Nûçe
‘Haşimî mêvanê me ye û em bi ti awayî teslîm nakin’
erokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku bi ti awayî Cîgirê Serokkomarê İraqê Tariq Haşimî teslîmî deshilatdarên İraqê nakin, “Ji ber ku Haşimî mêvanê me ye.”

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hûsên derbarê daxwaza Haşimî ya ku amadeye li Herêma Kurdistanê li ser tometên ku xistine stoyê wî biçe pêşberî dadgehê, ji rojnameya Şerq el-Ewsed re got: “Em amadene li Herêma Kurdistanê dadgehek adîlane ji Tariq Haşimî re cîbicî bikin, lê bi şertê ku deshilata dadweriya İraqê li ser wî karî razîbin.”

Fûad Hûsên li ser pirsa ger Hikûmeta İraqê daxwaza girtina Tariq Haşimî ji Herêma Kurdistanê kir, amadene ku Haşimî teslîmî deshilatdarên İraqê bikin de got: “Tariq Haşimî mêvanê Serokatiya Herêma Kurdistanê û bi ti awayî teslîmî deshilatdarên İraqê nayê kirin.”

Tariq Haşimî ji aliyê deshilata dadweriya İraqê ve li gor maddeya 4 a rûbirûbûna terorê biryara girtina wî hatiye dayîn. Ferman ji hêzên polîsan re hatiye dayîn ku li kûdera İraqê be, bê girtin.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hûsên di dawiya daxuyaniya xwe de derbarê rewşa îro ya İraqê de got: “Wê di siberojê de pirsgirêkên İraqê pir mezintir bibin. Niha İraq di qonaxek pir metirsîdar de derbas dibe û wê bandora rewşa niha ya İraqê li ser Herêma Kurdistanê jî hebe.”

Rudaw
Top