• Wednesday, 04 February 2026
logo

Haşimî: Bila lêpirsîna min li Herêma Kurdistanê bê kirin

Gulan Media December 20, 2011 Nûçe
Haşimî: Bila lêpirsîna min li Herêma Kurdistanê bê kirin
Cîgirê serokomarê Iraqê, Tariq Haşimî, red kir ku wî û pasewanên wî beşdarî di çalakiyên “terorîstî” de kiribin û diyar kir, ew amade ye here dadgehê, lê ji ber ku dadweriya Iraqê serxwebûna xwe ji dest daye, bila lêpirsîn li Herêma Kurdistanê pêk bên.

Cîgirê serokomarê Iraqê, Tariq Haşimî, îro li Hewlêrê, civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir, pasewanên min di heyama çend salên borî de, bi awayekî profesyonel kar kirine û bi tu awayekî li wan şikber nebûme.

Haşimî, îdiayên ku dibêjin ew û pasewanên wî beşdarî çalakiyên terorîstî bûne, red kir û got, ew îtirafên li ser zarê pasewanan jî hatiye belavkirin, berê hatiye hazirkirin. Haşimî, ragihand, hinek tohmet ên 2006ê ne lê niha jî tên behskirin.

Cîgirê serokomarê Iraqê, da zanîn, ew hertim li dijî teror û terorîstan bûye û malbata wî jî bûne mexdûrê terorê, her wiha roleke berçav di teslîmbûna komên çekdar ên Iraqê de hebûye.

Tariq Haşimî, destnîşan kir, ew amade ye here dadgehê, lê ji ber ku dadgeha Iraqê siyasî bûye, lewre divê lêkolîn li ser vê mijarê li Herêma Kurdistanê bê kirin û nûnerê yekitiya erebî û yekitiya parêzeran jî di nav lêjneya lêkolînê de beşdar bibin.

Hefteya borî, 3 pasewanên Haşimî, bi tohmeta karên terorîstî hatibûn girtin. Duh jî îtirafên wan hatin belavkirin ku tê de behsa wê dikin ku Haşimî jî ji karê wan agahdar bûye.

Ji ber vê, dadweriya Iraqê, duh fermana girtina Haşimî dabû.

AKnews
Top