Serokê Herêma Kurdistanê, daxwaza bestina kongreyekê bi lezê nîştimaniyê Iraqî kir
Ewê roja yekşem 18/12/2011 li Firokxaneya Bexda rû da cihê nîgeraniyekî mezine, ku bi awayekî neberpirsiyarane û neşiyawane reftarê li gel her du birêz Cîgirê Serok Komar Xizîr Elxuza'î û Tariq Haşimî û Cîgirê Serok Wezîr Saleh El Mutleg û Wezîrê Darayî Raf El Îsawî da hatiye kirin û ji bo çend demjimêrêk rê nedan sefer bikin. Eve jî qet nayê qebûl kirin, ku hatiye gotin ewê rû da li ber sedema emnî bûye.
Parastina Asayîş û aramiya li welat da berpirsiyariyetiya me hemûyane, pêwîste alîkar bîn bi navê wê yekê ku tu valahiyeke emnî piştî vekişana hêzên Emerîka rû nede û nabê kêmterxemî beranber bi terorê bê kirin, lê belê heman demî de nabê aliyên emnî tevlî siyasetê bibe yan ji bo armanceke din bête bikaranîn, belku pêwîste bi cîh bihêlîn dadgeh binirxîne û biryara dawî li vî derbarî de bide.
Gelek mixabin rewş berev tengasiyeke tund ve diçê û hevbendiya li hukim da li ber êrîşê daye, ji bo wê yekê daxwaz ji hemû hêz û aliyan dikim hengavan berev niyazpakî û lêborînê bînin û bi helwestên tund ranebin û vegerin li ser wê peymanê ku li destpêşxeriya sala par de li ser rûyê hevbendiyê hatibû binyatnan.
Bi navê vegerandina welat berev rêya karê hevbeş û hevbendiya rasteqîne. Piştî şêwirîna li gel cenabê Serok Komar, daxwaza bestina kongreyekî nîştimaniya bi lez dikîn bo ku ji wê pêvajoya siyasî rizgar bikên û welat jî ji nehametiyê dûr bixîn.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19/12/2011
