Heyalî: Me negotiye emê Xaneqînê bidin kurdan
Endama civata parêzgeha Diyale, Suhad Heyalî, ku bi ser bi lîsteya Iraqiye ye, ji AKnewsê re got, me bo berjewendiyên xelkê Diyale, bi piraniya dengan biryara xweseriya parêzgehê da.
Heyalî, diyar kir, em bi tu awayekî digel kurdan rê neketine ku Xaneqîn û deverên din ên kurdî vegerînin ser Herêma Kurdistanê, lewre bila endamên kurd ên civatê îmzeya xwe li ser biryarê paşde bikşînin.
Endamê civata parêzgeha Diyale, Dilêr Hesen Saye, gotibû, em bi mercê vegerandina deverên kurdî bo ser Kurdistanê, pişta xweseriya Diyale digirin.
12ê kanûna îsal, civata parêzgeha Diyale, xweseriya parêzgehê ragihandibû. Ev yek rastî nerazîbûna hikûmeta Bexdayê hatibû. Lê kurdan piştgiriya xwe bo vê yekê anîzûn ziman.
AKnews
