• Thursday, 05 February 2026
logo

Konsolê Amerîka: Ez ji girtina rojnamevanan ecêbmayî me

Gulan Media December 14, 2011 Nûçe
Konsolê Amerîka: Ez ji girtina rojnamevanan ecêbmayî me
Konsolê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê îro serdana Zaxo kir. Konsolê Amerîka di serdana xwe de çû cihê navenda mesajê, dikanên meyfirotinê û baregeha Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê yên ku li Zaxo hatibûn şewitandin.

Piştî ku Konsolê Giştî yê Amerîka Alex Luskaris li Zaxo serdana cihên ku hatine şewitandin kir, li pêşiya baregeya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê di civînek çapemeniyê de got: “Ez şewitandina dikanên meyfirotinê, navendên mesaj û baregehên Yekgirtû şermezar dikim.”

Konsolê Amerîka Alex Luskaris di civîna çapemeniyê de derbarê girtina rojnamevan û şewitandina baregehên ragihandinê de diyar kir ku ecêbmayiye û wiha got: “Ligel min pir ecêbe ku heta niha li Kurdistanê rojnamevan tên girtin û baregehên ragihandinê tên şewitandin.”

Piştî ku despêka vê mehê li Herêma Behdînan zêdetirî 30 dikanên meyfirotinê, 3 otêl û navendeke mesajê hat şewitandin, piştre êrişî baregehên Yekgirtû hat kirin. Di encamê de 2 melbend, liqek û çend baregeh hatin şewitandin, gelek kes hatin girtin û piraniya wan jî endamên Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê bûn.

Berpirsê Melbenda 3’ê yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê yê Dihokê Xazî Seîd ji Rûdawê re got: “Li Dihok û qezaya Sêmêlê ti endamekî Yekgirtû di girtîgehê de nemane. Tenê li Zaxo 14 endamên Yekgirtû girtî mane û heta niha nehatine berdan.”
Rûdaw
Top