• Wednesday, 04 February 2026
logo

Rewşa Diyalayê berve aloziyeke mezin ve diçe

Gulan Media December 13, 2011 Nûçe
Rewşa Diyalayê berve aloziyeke mezin ve diçe
Ji destpêka ragehandina Diyalayê wek herêmeke serbixwe ve, Şî`iyên Ereb yên li wê parêzgehê bi tundî li dijî wê biryarê rawestiyan. Îro jî daniştiyên parêzgehê ji Şî`iyên Ereb riya Diyala - Bexdadê kontrol kirin.

jêdereke agahdar ji parêzgehê ji Xendan`ê re ragehand ku îro Şî`iyên Ereb dest bi nerazîbûnê kirine û çadirek li ser riya Diyala - Bexdad vegirtine û wê riyê kontrol dikin.

wê jêderê ji me re da zanîn ku ew kes derdikevin ser kolanan, parçeyên hesinî di destê wan de ne û li ser pankartan nivîsandine: "Na bo parçekirinê."

li aliyekî din jî, hêzên ewlekarî biryar dane ku ji sibe demjimêr 6 de hatûçûn li nav bajêr qedexe be.

Xendan
Top