• Wednesday, 04 February 2026
logo

Zanîngeha Tel Avîvê dest bi perwerdeya zimanê kurdî kir

Gulan Media December 13, 2011 Nûçe
Zanîngeha Tel Avîvê dest bi perwerdeya zimanê kurdî kir
Zanîngeha herî mezin a Îsraîlê Zanîngeha Tel Avîv dest bi perwerdeya bi Zimanê Kurdî kir.

Zanîngeha Tel Avîvê di çarçoveya perwerdeya xwe ya sala 2011-12’an de zimanê kurdî jî xist nava dersên vebijark û dest bi perwerdeya kurdî kir. Dersa kurdî ji aliyê Ceng Sagniç ê ku beşa Zanîstên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Kurdistanê ya li Hewlêrê qedandî ve tê dayîn û rastî eleqeyeke mezin hat.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Sagniç diyar kir ku 6 hefte ne dest bi dersên kurdî kirine û sohbetên kurdiya akademîk jî tên lidarxistin. Herwiha di nava sohbetan de jî der arê çand û erdnîgariya kurdan de agahî têne dayîn. Sagniç diyar kir ku ger mirov herî kêm 4 zimanan bizane, mirov dikare bi awayeke hêsantir fêrî kurdî bibe.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê pirtûkên dersan ên xwendekaran amade dikin. Di dersan de pirtûka enstîtuyê ya bi navê Hînker weke bingeh tê girtin. 11 kes beşdarî dersên kurdî dibin û di nava wana de akademîsyen jî hene. Tê diyarkirin ku wê di demên pêş de jimara beşdarên dersên kurdî zêdetir bibin.

Rudaw
Top