Barzanî: Di bûyerên Badînan de him tehrîk heye him jî xemsarî
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, îro daxuyaniyek nivîskî li bara encamên lêjneya lêkolînê ya bûyerên vê dawiyê yên devera Badînan da.
Barzanî, di daxuyaniyê de, ku di rûpela wî ya Facebookê de hat weşandin, carek din nerazîbûna xwe li hember bûyerên bajarokê Zaxo û her wiha şewitandina baregehên yekgirtûya îslamî li Duhok û Sêmêlê nîşan da û “bi tundî” şermezar kir.
Serok Barzanî, diyar kir, li gorî encamên destpêkê yên lêkolînê, tê dîtin ku di bûyerên devera Badînan de, him “tehrîk” hebûye û him jî “xemsarî” û wiha anî ziman, “Bila kes ji vê yekê şik neke ku yên xelk tehrîk kirine û yên xemsarî di kontrolkirina rewş de kirine, dê bên darizandin.”
Serokê Herêma Kurdistanê, ji hêzên pêşmerge û polîs xwest, bi tu awayekî rê nedin alozî derkeve, her wiha bang li parlamentoyê jî kir, yasayên pêwîst bo rêxistina jiyanê li Kurdistanê derbixe û hemû aliyek bo hêwirkirina rewşê hewl bidin.
(AKnews)
