• Thursday, 05 February 2026
logo

Talebanî li dijî guhertina Malikî ye

Gulan Media November 27, 2011 Nûçe
Talebanî li dijî guhertina Malikî ye
Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, diyar kir, ew li dijî wergirtina baweriyê ji serokwezîr Nûrî Malikî ye, ji ber ku “alternafîa Malikî her Malikî ye”.

Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, di hevpyvînekê de digel televîzyona nîv-fermî ya Iraqê Al Iraqiye, ku duh hat weşandin, diyar kir, hewlên pêwîst bo çareseriya arîşeyên siyasî nehatine dayîn û wiha pêde çû:

“Hinek sedem hene ku nahêlin rewşa siyasî ya welat ji xitimandinê derkeve û ber bi pêşve biçe. Yek ji wan sedeman, nebûna baweriyê di nav siyasetmedaran de ye. heta niha yên ku di hikûmetê yan parlamentoyê de kar dikin, baweriya wan li hev nayê û bi rêketinan ve girêdayî nînin.”

Serokomar Talebanî, wiha axivî, “Ez zimanê ku li bara nakokiyan tê axaftin, zimaneke neşaristanî ye.”

Talebanî, li dijî wergirtina baweriyê ji serokwezîr Nûrî Malikî derket û wiha anî ziman, “Li gorî min, alternatîfa Malikî her dîsa Malikî ye û tu hêcetek bihêz bo guhertina Malikî tune.”

AKnews
Top