• Thursday, 05 February 2026
logo

Li WAN'ê Komelgehek bi navê Barzanî tê avakirin

Gulan Media November 25, 2011 Nûçe
Li WAN'ê Komelgehek bi navê Barzanî tê avakirin
Piştî ku Dexgeha Xêrxwazî ya Barzaniyê nemir, alîkariyeke mezin ji bo xelkê Wanê şand...

Waniyan biryar dan ku li Wanê Komelgehekê bi navê Barzanî ava bikin.

Avakirina Komelgeha Barzanî li Wanê wê bibe wefadariyek ji bo Bazaniyê nemir ku bi navê wî, bi însiyatifa serokê ajansa Parastina Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi alîkariya dewlemendên Kurd li başûrê Kuridstanê, bi qasî 113 kamyon tişt û alîkriyên din yên madî ji bo qurbaniyên Wanê hatin şandin.

Cîgirê serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand ku wan ew alîkarî gihandine şaredariya Wanê, û wan ji aliyê xwe ve gotine weke wefadariyekê ewê bi navê Barzaniyê Nemir Komelgehekê ava bikin.

Şaredar gotiye ku navê Barzanî navekî berz û bilind e.

Avestakurd
Top