Hunermendên kurd dê ji bo Wanê konsereke mezin bidin
Hunermendên navdar ên kurd, dê roja înîyê ji bo erdhejzedeyên Wanê konsereke mezin lidarbixin. Di konsera ku di mêjûya 25.11.2011yê de li bajarê Kölnê yê Almanyayê bê dayîn de, dê hunermend Nizamettin Ariç, Gani Nar, Beser Şahin, Xêro Abbas, Delîl Dîlanar, Brader Musikî, Zele Mele, Evîna Welat û Zeynel Aba sehne bigirin.
Konsera ku bi înîsîyatîfa hunermendên kurd yên li Ewrûpayê dijîn tê organîze kirin, li bendê ye ku pêşwazî eleqeyeke mezin bibe. Di konsera ku hemû Kurdistanî hatî vexwendin de, hatina ku dê ji frotina bilêtan bê berhevkirin, dê dûre ji erdhejzedeyan re bê şandin.
Di 23yê cotmehê de li navenda Wan û navçeya wê Ercîşê bi şideta 7.2 erdhejek mezin û dûre yên biçûk qewimîbûn û li dû xwe 604 mirî û bi hezaran birîndar hiştibû.
Navnîşana konserê û telefona pêwendîyê:
Stadtgymnasium-Porz, Humboldtstr.2-8, 51145 Köln
25.11.2011, Saat 19:00
Peywendî: 0179 23 44 264
Çavkanî: www.rizgari.com
