• Thursday, 05 February 2026
logo

N.Barzanî: Hêja bû Danielle Mitterand weke "Dayîka Kurdan" were naskirin

Gulan Media November 23, 2011 Nûçe
N.Barzanî: Hêja bû Danielle Mitterand weke
Cîgirê serokê PDK Nêçîrvan Barzanî, di peyameke serxweşiyê de, xemgîniya xwe bi mirina dosta gelê Kurd xanim Danielle Mitterand . anî ziman.

Di peyamê de ku di Facebook’a xwe de weşand, barzanî got, gelek caran wî xanim Mitterand ketiye, helwesta wî beramber doza gelê Kurd û bi taybetî di rojên sext û teng de, berz nirxandiye.

Barzanî got, ew kêfxweş ku wê berî demekê karibû serdana herêma Kurdistanê bike û dibistana Danielle Mitterand li Hewlêrê veke.

Nêçîrvan Barzanî got, gelê Kurd bi cavê qehremanekê li xanim Mitterand dinêre û tu caran ji bîr nake.

Nêçîrvan barzanî got, hêja ye ku ew weke Dayîka Kurdan were naskirin.

Barzanî serxweşiya xwe ji bo malbat û kesûkarên Madam Mitterand pêşkêş kir.

Avestakurd
Top