• Thursday, 05 February 2026
logo

Daniyel Mîtran Dosta Kevnar a Gelê Kurd Koça Dawîyê Kir

Gulan Media November 23, 2011 Nûçe
Daniyel Mîtran Dosta Kevnar a Gelê Kurd Koça Dawîyê Kir
Daniyel Mîtran dosta kevnar a neteweya Kurd û hevjîna serokê berê yê komara Fransayê xatûn Fransuwa Mîtran îro koça dawîyê kir.

Daniyel Mîtran dosta dêrîn û kevnar a gelê Kurd û hevjîna Fransuwa Mîtran serokê berê yê komara Fransayê îro roja sêşembîyê 22 November di temenê 87 salîyê de koça dawîyê kir. Daniyel Mîtran di nexweşxaneya Jorj Pompîdorî ya li bajarê Parîsê malavayî li jîyanê kir.

Daniyel Mîtran 25 sal berî niha rêkxistina Frans Liberte yanî Fransaya Azad damezrand ku alîkarîkirina Kurd û lêqewmîyên Kurdistanê yek ji armancên evê rêkxistinê bû.

Xatûn Mîtran di demê komrev a dîrokî ya gelê Kurdistanê de ya piştî raperîna sala 1991 a li başûrê Kurdistanê serdana herêma Kurdistanê kir û bo çalakkirina alîkarîyên cîhanî bo gelê Kurd gelek hewl da.

PNA
Top