• Wednesday, 04 February 2026
logo

Qeyrana çûn û hatina balefiran di navbera Îraq û Tirkiyê de çareser bû

Gulan Media November 22, 2011 Nûçe
Qeyrana çûn û hatina balefiran di navbera Îraq û Tirkiyê de çareser bû
Qeyrana rêwitiya balefiran di navbera Îraq û Tirkiyê de bi dawî bû. Piştî qeyrana 24 demjimêran şevê din derengî şevê balefirên rêwiyan

dest bi çûn û hatina navbera her du welatan de kirin.

Qeyrana di navbera her du welatan de, bi hênceta deynên şirketên Tirkiyê li ser Şirketa Petrolê a Navneteweyî ya Îraqê SOMO û dest danîna ser balefirên wê destpêkiribû. Li dijî vê helwêstê Îraqê jî biryarek da hemû hatin û çûyînên balefirên ser xaka Îraqê qedexekiribû. Lê piştî hevdîtinên di navbera her du aliyan de, li gorî çapemeniya Tirkiyê, Wezîrê Aborî yê Tirkiyê Zafer Çaglayan da diyar kirin ku heta hefteyekê wê çûn û hatin berdewam bike û wê di nava heftekê pirsa heyî ji kokê ve di navbera her du welatan de bê çareserkirin.

Avestakurd
Top