Erdogan bo Kiliçdaroglu: Netirse lêborînê ji Dêrsimê bixwaze
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro di civîna koma parlamentoyê ya partiya xwe AKPê de axivî û li ser gelek mijaran daxuyanî da.
Erdogan di axaftinên xwe de, ku bi zindî li gelek televîzyonên wî welatî de hat weşandin, behsa bûyerên Dêrsimê û aloziya vê dawiya ya partiya komarê ya gel (CHP) kir û diyar kir, divê CHPê rastiyê qebûl bike û wiha axivî:
“Serokê CHPê Kiliçdaroglu, Dêrsimî ye, divê vê derfetê ji dest nede û li ser bûyerên Dêrsimê lêborînê bixwaze. Çima ditirse? Ma ne Dêrsimî ye?”
Erdogan, diyar kir, ji ber ku wê demê (1937-38) tenê partiya komarê ya gel hebû û ji bilî wan tu kes nebû.
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, li bara eskertî li hember dayîna pere ku wek “eskertiya biberdêl” tê binavkirin jî daxyanî da û got, yên ku heta temenê 30 saliyê eskertî nekirbin, dikarbin bi dayîna 30 hezar lîre (10 hezar euro) eskertiya xwe bikirin.
AKnews
