• Wednesday, 04 February 2026
logo

Erebistana Siûdî quran bo zimanê kurdî wergêrand

Gulan Media November 2, 2011 Nûçe
Erebistana Siûdî quran bo zimanê kurdî wergêrand
Zimanê kurdî dê bibe 44emîn zimanê dinyayê ku hikûmeta Erebistana Siûdî dê quranê bo wergêrîne û biryare bi hezaran wêneya quranê li nava Kaebeyê û mizgefta Pêxember (Muhemeds) li bajarê Medîne bê danîn.

Ji tîma ragihandina hecê ya Herêma Kurdistanê Goran Nûrî, îro, ji AKnewsê re ragihand ku îsal Wezareta Ewqaf a Erebistana Siûdî bi hezaran wêne ji quranê bi ziamê kurdî wergêrandiye û çap kiriye.

Li gorî nûçeya malpera Wezareta Ewqaf û Karûbrên Olî ya Herêma Kurdistanê, Goran aşkere kir ku Piştîwan û Omêd Çirosanî du kesatiyên ekadîmî yên kurdin û heyama çend salane ji bo temamkirina xwendina xwe ya bilind hatine Siûdiyê û bi rêya wan re hikûmeta Siûdiyê razî bûye ku quranê bi zimanê kurdî wergêrîne û çap bike.

Goran xuya kir ku Wezareta Ewqaf a Siûdiyê dê xercên wergêran û çapkirina beşên dawî yên quranê bi zimanê kurdî bide û bi vê yekê jî, zimanê kurdî dê bibe 44emîn zimanê dinyayê ku hikûmeta Siûdiyê quranê bo werdigêrîne.

AKnews
Top