Serokê Kurdistanê Û Serokkomarê Îranê Civiyan
Di hevdîtineke de peyvendiyên heyî yên di navbera Îran û Kurdistanê de hatin nirxandin û her dû alî tekez li ser bihêztir û berfiratir kirina peyvendiyên han di her warê de kirin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê, Deverê û Cîhanê jî hate gengeşe kirin û Serokê Kurdistanê û Serokkomarê Îranê tekez li ser domandina hevkarî û hemahengiya heyî ya di navbera her dû aliyan de kirin.
