Li Qabîlê êrîşa xwekuj: 13 leşkerên DYA’yê mirin
Êrîşa xwekuj li herêma Darûlaman a dikeve rojavayê Qabîlê, qewimî. Di êrîşa xwekuj a ku bi wesayîta bombebarkirî hat lidarxistin de otobêsa di nav karwana wesayîtên NATO’yê de hedef hat girtin. Di teqîna mezin de otobêsa bû du qet, agir pê ket. Hat ragihandin ku di bûyerê de 13 leşkerên biyanî, polêsek Efxan û 3 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûne.
NATO’yê bi daxwiyaniyekê piştrast kir ku 13 leşkerên mirine bi ser Hêzên Destek ên ISAF’ê ne. Artêşa DYA’yê jî aşkera kir ku leşkerên ku mirine hemû leşkerên Amerîkî ne.
Talîban êrîş girt ser xwe. Berdevkê Talîbanê Zabiullah Mucahîd ji Ajansa Nûçeyan a Frensî (AFP) re bi telefonê peyama şand de wiha tê gotin: “Li Darûlamandê li dijî otobêsa hêzên biyanî lê bûn, bi wesayîteke lê teqemenî bar kiribû, êrîşa xwekuj hat lidarxistin.”
ANF
