Serokê herêma Kurdistanê, Sibê Serdana Kerkûkê Dike
Nunerê Serok Barzanî yê li Bajarê Kerkûkê Ebdulletîf Gelî eşkere kir ku, beriya vê ku, Serokê Kurdistanê serdana Komara îslamiya Îranê bike, vê Sibê tevî heyetek ji Rayedarên Hikûmeta Kurdistanê serdana Bajarê Kerkûkê bike.
Gelî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, vê çar Wezîrên Hikûmeta Kurdistanê tevî Serok Barzanî serdana Kerkûkê bikin û biryare ku, di vê serdana han de Serokê Kurdistanê bi Parêzgar, Serok û Endamên civata Parêzgehê û çendîn kesayetî û rîş sipiyên vê Bajarê re hevdîtinan pêk bîne.
