• Wednesday, 04 February 2026
logo

Obama: Hêzên me dê dawiya vê salê ji Iraqê vekişin

Gulan Media October 22, 2011 Nûçe
Obama: Hêzên me dê dawiya vê salê ji Iraqê vekişin
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama soz da ku heta dawiya vê salê hemû hêzên welatê xwe ji Iraqê vekişîne.

Piştî nêzîkî 9 salan ji hebûna wan li Iraqê, Obama daxuyand ku ew ê dawiya vê salê tevahiya hêzên welatê xwe ji Iraqê vekişîne.

Li gorî nûçeya Reutersê, Obama di daxuyniyekê de got, “Piştî derbasbûna nêzkî 9 salan, cenga Amerîka dê li Iraqê bi dawî were.”

Obama amaje kir ku ew pêgirê rêkeftina navbera DYA û Iraqê ye ya derbarê vekişana hêzên Amerîka ji Iraqê di dawiya vê salê de.

Hejmara hêzên DYAyê li Iraqê niha 40 hezar leşker e.

Cenga dijî rejîma Sedam Hisên ya bi serkirdatiya DYAyê di 20ê adara sala 2003yan de dest pê kir.

Di sala 2007an de, hejmara hêzên DYAyê li Iraqê gihişte nêzîkî 190 hezar leşkerî.

Ji destpêka cenga Iraqê di sala 2003yan de û heta niha nêzîkî 4500 leşkerên DYAyê hatine kuştin.
(AKnews)
Top