Xwendevan li dijî daxistina ala Kurdistanê meşiyan
Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê li ser riya Kerkûkê bi armanca şermezarkirina daxistina ala Kurdistanê ya di sazî û dezgehên fermî yên di Hikûmeta Navendî a Iraqê de mitîngekek li dar xistin. Serokê Parlamêntoya Kurdistan Kemal Kerkûkî û parlamentêrên Kurdistanê jî di nav de sê hezar xwendevan tevlî mitîngê bûn. Di mitîngê de gelek alên Kurdistanê hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî Kurdistan" û "Bijî ala Kurdistanê" hatin berzkirin.
Di mitîngê de Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî axiftinek kir û got: "Em li dijî bêrûmetiya ku li dijî ala Kurdistanê pêk hat, ji her tiştî re amade ne."
Mitîng bi stran û sîrûda “Ey Reqîb” bi dawî bû.
