Teyfûr: rewşa Iraqê aloze û navbera şîe û sune pir têk çûye
Teyfûr, diyar kir, şerê navbera şîe û sune heye û dê her hebe jî, helbet ev yek bi veşartî dimeşe. Tê payîn navbera kurd û Iraqê de jî şer derkeve.
Teyfûr wiha pêde çû, “Me dikarîbû nehêlin zêde me piştguh nexin. Ji ber ku hinekan dixwestin kurdan piştguh bixin, me dikarîbû bersiva vê yekê bidin lê em destpêkê rijd nebûn. Ev jî tê wateya ku me jî hinek tişt ji dest daye.
her weha Teyfûr, diyar kir, bersiva kurdan li hember biryara Malikî ya daxistina ala Kurdistanê, yasayî nebû û arîşeyê çareser nake.
AKnews
