• Thursday, 05 February 2026
logo

Li Şirnexê 10 zarok hatin girtin

Gulan Media October 16, 2011 Nûçe
Li Şirnexê 10 zarok hatin girtin
Li navçeyên Şirnexê Cizîrê û Qilabanê di serdegeritinên malan de 10 zarokên ku hatibûn binç.avkirin li dadgehê birayara girtina wan hate dayîn. Di heman operasyonê de rêveberên MEYA-DER’ê jî hatibûn binçavkirin lê serbest hatin berdan.

Li Şirnexê 10 jê zarok 15 kes hatibûn binçavkirin û piştî ku ji midûriyeta polîsan birin dadgehê li wir biryara girtina 10 zarokan hate dayîn. Di heman operasyonê de endam û rêveberên MEYA-DER’ê jî hatibûn binçavkirin lê ew serbest hatin berdan zarokên bi navê R.Ş., A.K.A., B.S., R.Ş., K.E., S.D., S.S. û sê zarokên ku navên wan nehatin hînbûn jî bi îdîayên ku “Li dijî zagona Civîn ûmeşan mûxalefet kirine” û “Propagandaya Rêxistinê kirine” hatin girtin.

ANF
Top