• Wednesday, 04 February 2026
logo

20 Kes di xwepêşandanên eyniya "Civata Niştimanî, Nûneratiya Min Dike" de hatin kuştin

Gulan Media October 7, 2011 Nûçe
20 Kes di xwepêşandanên eyniya
Li gor çalakvan û ajansên nûçeyan, 20 kes di xwepêşandanên eyniya "Civata Niştimanî Nûneratiya Min Dike" de, bi destê hêzên rejîma Sûriyê hatin kûştin.

Xwepşandanên ku her rojek eyniyê li jêr diroşmekê tê rêxistin, vê eyniyê bi diroşma "Civata Niştimanî Nûneratiya Min Dike de" hat encam dan ev jî weku pêşwazî û derbirîna piştevaniyê bû ji Civata Niştimanî ya Sûriyê re ku berî çend rojan bi rêkeftin di navbera piraniya aliyên opozisyona Sûriyê li Stenbolê hat damezrandin û ragehandin .

Neteweyên Yekgirtî duhî ragehand ku jimara kuştîyan li welatê Sûriyê ji destpêka xwepêşandan de ku naverasta meha Azarê bû giheştiye 2,900 kuştîyan.

Li roja Sêşem, Rûsîye û Çînê mafê VÎTO yê bikar anîn bo rêgirtin li bernivîsa biryarek Civata Ewlehiya Nêvdewletî ku rejêma Sûrîyê şermezar dikir ji ber bikarînana zorê li dijî xwepêşanderên bi aştî, û her wesa ji bo danîna sizayên pirtir li ser rijêma Sûrî.
Top