• Thursday, 05 February 2026
logo

Di Operasiyonekê de 123 Endamên BDP Hatin Girtin

Gulan Media October 5, 2011 Nûçe
Di Operasiyonekê de 123 Endamên BDP Hatin Girtin
Hêzên ewlehîyên Turkiye di kirdareka berfireha ewlehaîyî de li çend bajarên wî welatî pitir ji 123 kes bi guneha endambûna Koma Civakên Kurdistan a nêzîkî Partîya Karkirên Kurdistanê PKK girtin.

Li gor jêderên nûçeyên navxweyîyên Turkiye hêzên ewlehîyên wî welatî di operasiyoneka berfireh de li bajarên Istanbul, Amed (Dîyarbekir), Mardîn, devera Kurtalan a ser bi parêzgeha Sêrt ve123 kes bi guneha endamîtîya KCK û Partîya Karkirên Kurdistanê PKK girtin.

Jêderên nûçeyên li Turkiye dan xûyakirin, ku pirranîya kesên girtî endam û alîgirên Partîya Aştîyê û Demokrasîyê BDP ne. Di nav girtîyan de cihgirê serokê BDP Erkan Pîşkîn, Endamê serkirdatîya BDP Salih Yildiz û serokê bajarvanîya bajarokê Dêrik Çaxdar Demîrel jî hene.

Herwisa doh hêzên ewlehîyên Turkiye li bajarê Amed´ê bi ser amala Nûrsel Audogan de girtin, ku endama BDP a di nav parliyamenta Turkiye de ye, belê kes di mala wê de nahtiye girtin. PNA
Top