• Wednesday, 04 February 2026
logo

Erdogan: Heke pêwîst be dê dîsa hevdîtin digel PKKê bê kirin

Gulan Media October 2, 2011 Nûçe
Erdogan: Heke pêwîst be dê dîsa hevdîtin digel PKKê bê kirin
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, diyar kir, heke pêwîst bike dê cardin hevdîtinên MÎT-PKKê bên destpêkirin.

Li gorî nûçeya CNN Turkê, serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, dema ji Maqdonyayê vedigeriya, li nav balafirê de, pirsên rojnamevanan bersivand.

Li gorî nûçeyê, Erdogan, derbarê aşkerebûna tomara dengî ya hevdîtinên navbera rêxistina sîxuriya Tirkiyê (MÎT) û rêveberên PKKê de diyar kir, ew ji aşkerebûna tomara dengî ecêb nemane û got, derbarê vê mijarê de digel serokê MÎTê Hakan Fidan hevdîtin pêk aniye.

Serokwezîr Erdogan, wiha pêde çû, “Ji xwe MÎT bo tiştên wiha heye. Heke pêwîst bike dê hevdîtin dîsa dest pê bikin.”

Recap Tayyip Erdogan, derbarê şêwaza ETA û ÎRA ya Spanyayê bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê jî got, mînaka ÎRA û ETAyê bo çareseriyê, xelet e û kêr nayê.

Erdogan, her wiha, îdia kir ku BDP û PKKê ne nûnerên kurdan in û ji muxalefetê xwest, beşdarî “têkoşîna li dijî terorê” bibin.

AKnews
Top