• Wednesday, 04 February 2026
logo

Ji HPG’ê daxuyaniya der barê şerê li Katoyê de

Gulan Media October 2, 2011 Nûçe
Ji HPG’ê daxuyaniya der barê şerê li Katoyê de
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê şer û pevçûnên ku di 29’ê rezberê de li navçeya Elkê ya Şirnexê qewimî de daxuyaniyek da û da diyarkirin ku di encama şer de 10 leşker hatin kuştin û 3 gerîlayên HPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin helîkopterên artêşa Tirk li leşker û gerîlayan reşandine.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 29’ê Îlonê de li navçeya Elkê (Bêşebab) ya bi ser Şirnexê di navbera herêmên Sedkar û Çemanê de ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve bi veguhestina 80 transîtê operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de li dijî hêzên operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. “û

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di çalakiya wergeriyaye pevçûnê û 10 xulekan berdewam kir de “10 leşkerên dijmin Tirk ji aliyê gerîlayên me ve hatiine kuştin” û ev agahî da; “ Di dema paşvekîşînê de di navbera gerîla yê me û leşkerên dijmin de pevçûneke 30 xulekî qewimiye, leşkerê dijmin ê tengav bûye, alîkarî xwestiye, alîkariya hatiye li ser cîhên serdest, him gerîlayên me him jî leşkerên xwe gulebaran kirine.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di encama vê pêvçûnê ya bi qasî saetek û nîvê berdewam kir de “çeperek dijmin hatiye rûxandin” û got; “ herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di van pevçûna 3 gerîlayên me jî bi lehengî li berxwedane û gihîştine şahadetê. Ji ber kuştiyên dijmin piraniya xwe tîmên taybetin bi zanebûn ji aliyê dijmin ve tên veşartin.”
Top