Jimara kuştiyên roja înê gihişte 32 kesan
Di encama êrîşan de 32 kesên sivîl hatin kuştin û li bajarê Qamişlo jî, ciwanek bi navê Diyar bi guleyên rêjîmê bi giranî birîndar bû.
Duhî li bajarên Hesekê û Qamişlo hêzên rêjîma Sûriyê bi hovane êrîşî xwepêşandaran kirin. Hate zanîn, hêzên Sûriyê li Qamişlo xwepêşandar gulebaran kirin û di encam de ciwanek bi navê Diyar bi giranî birîndar bû.
Ji dema xwepêşandan li Sûriyê dest pêkirîn, cara yekê ye ciwanek Kurd li bajarên Rojavayê Kurdistanê di xwepêşandana de tê birîndar kirin. Ji aliyekî din ve, çalakvanên Sûriyê ragihandin ku artêşa rêjîmê bi 250 tankan êrîşî bajarê Ristin kirin û şerekî dijwar di navbera artêşê hêzên rêjîmê û yên ji artêşê veqetiyan de derket.
Avestakurd
