• Wednesday, 04 February 2026
logo

Di êrîşa li Sêrtê de 4 kesan jiyana xwe ji destdan

Gulan Media September 21, 2011 Nûçe
Di êrîşa li Sêrtê de 4 kesan jiyana xwe ji destdan
Şevê din li Sêrtê li dijî maşîneyek ku nêzî Dibistana Pîşeyî ya Bilind ya Polîsan ku li Newala Qesabane êrişek çekdarî pêk hat.

Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn, piştî bûyera şevê din Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn hate Sêrtê.

Hate zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane jê 2 jin in. Hate destnîşanirin ku kesekî jiyana xwe ji dest daye jî gerîlayê HPG'ê ye. Piştî bûyerê li herêmê operasyon hate destpêkirin.
Top