• Wednesday, 04 February 2026
logo

Talebanî ji bo beşdarîkirin di civîna NYê de çû Amerîkayê

Gulan Media September 20, 2011 Nûçe
Talebanî ji bo beşdarîkirin di civîna NYê de çû Amerîkayê
Serkomarê Iraqê Celal Talebanî duhî êvarê bi armanca beşdarîkirinê di 66emîn Civîna Giştî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) li New Yorkê de ber bi Amerîkayê bi rê ket ku biryar e sibê dest pê bike. Talebanî dê di civînê de gotara Iraqê bixwîne.

Li gor nûçeyan, Talebanî duhî êvarê ji Bexdayê ber bi New Yorkê ve bi rê ket û Talebanî di gotara xwe ya civînê de daxwaz ji civaka navdewletî bike ku Iraq li jêr benda 7ê bê der.

Jêdereke siyasî ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin ji rojnameya El Sebahê re gotiye, “ Talebanî dê di gotara xwe de behsa rewşa siyasî, aborî, ewlekarî û avadankirinê li Iraqê bike. Her weha dê li ser pirsa vekêşana hêzên Amerîkayê ji Iraqê piştî 2011an û gotûbêjên bo mayîna beşek ji hêzên Amerîkayê li Iraqê bo perwerdeyê, raweste.”

Heman jêderê got, “Talebanî dê daxwaz ji welatên dinyayê bike ku rezamendî derbibirin bo derçûna Iraqê ji jêr benda 7ê ya Neteweyên Yekgirtî. Serkomar dê di perawêza civînê de digel serokên Amerîka, Fransa û çend serokên din yên cîhanî hevdîtinan pêk bîne.”

66emîn Civîna Giştî ya Neteweyên Yekgirtî dê sibê bi nûneriya 121 welatên cîhanî dest pê bike û heta 27ê vê mehê dom bike.

AKnews
Top