• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Rêxistinên sivîl kir

Gulan Media August 24, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Rêxistinên sivîl kir
duh sêşem 23/08/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî rêxistinên medenî yên beşdar di helmete ragirtina êrişênser sînor kir ku ji 55 rêxistinan pêkdihat.

Di hevdîtinê de nûnerekî şandê bi kurtî di derbarê armanca damezrandin û kar û çalakiyên helmetê ji bo Serok Barzanî rûnkir ku bi nûnerayetiya wan rêxistinane û bi awayeke şaristaniyane kar ji bo zext kirina li ser her du welatê Îran û Tirkiye yê dikin ji bo rawestandina topbaranên tixûbên Herêma Kurdistanê ku heta niha bûye sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek ji welatiyên xelkê navçeyên sînor ku li gel şewitandin û rûxandina mal û rez û bax û kuştina ajalên wan, gundnişîn jî koçber û awarebûne û li jiyanekî gelek nexweşî dane û daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku ji bo ragirtina wan topbarankirinê li rêya kanalên siyasî û dîblomasî û navnetewî û cîhanî da hewlên xwe bixe holê.

Serok Barzanî li gel bixêrhatina wan dûbare topbaranên Îran û Tirkiye yên li ser sînorên Herêma Kurdistanê şermezar kir û wê yekê xisterû ku zerermendiya serekiya van kiryaran tenê xelkê sîvîle û bikaranîna tundutîjiyê jî ji aliyê her aliyek ve bê bi tu awayekî çareseriya giriftan nake û destxweşiyê jî li helmeta wan kir ji bo wan çalakiyên ku heta niha kirine û balkişand li ser wê yekê ku ew helmet ku komek ji rêxistinên civaka medenî pêkhatiye dikarê zextê bixe li ser wan aliyan ku bawer dikin bi bikaranîna hêz û topbaranê dikarin bigihine armancên xwe û tekez jî li wê yekê kir ku hewlên wan li rêya kanalên siyasî, dîblomasî, rêxistinên navçeyî û cîhaniyan da berdewame ji bo ragirtina topbarana navçeyên sînoran.
Top