Sibe li Hewlêrê xwepêşandan li ber kosolxaneya Turkiye tê encamdan
Di vê bareyê de, Sîrwan Gerdî, endamê rêxistina civaka sivîl ya Hewlêr bo ajans û radiyo Peyamnêr ragihand: “Em weke rêxistinên civaka sivîl yên bajarê Hewlêrê bi niyazin ku sibe li demjimêr 10 serê sibehê de xwepêşandanekî beramber konsulxaneya Tûrkiye saz bikin”.
Sîrwan Gerdî weha jî da zanîn ku, ku ev xwepêşandan dê ji Trafiklayta Cadeya Eyînkawe bête despêkirin û ji wir heta beramberî Konsulxaneya Turkiye dê bi rê ve biçê.
Gerdî li daxuyaniye xwe de weha daxwaz kir, ev xwepêşandan ji saziyên sivîl û çalakvanên vî bajarî pêktên û em daxwaz dikin ku helwesteke me ya niştîmanî li dijî van êrîşên dewleta Tûrk û topbaranên rejîma Îranê, ku eve çendîn roje berdewam bûye di encam de tenê ji yek malbatê heft kesên sivîl k di nav de zarok jî hebûn hatin kujtin.
Sîrwan Gerdî li hember van êrîşên ser sînorê Kurdistanê weha ji bo Ajansa Peyamnêr ragihand: “ Eger Tûrkiye van êrîşên xwe ne sekinînê em dê şêweyekî din ji rêze çalakiyên sivîl bi kar bînin, di heman demê de, her ev kempîn bû ku berî çend rojekî beşdarî çalakiyan bû ya binavê “Îran Raweste”. Vê carê ev kempîn hatiye berferh kirin û me pîlana xwe daniye ku di çend rojên pêş de serdana Hukûmeta Îraqê û perliyamentê Iraqê bikin, da ku dengekî bi hêz û bi bandor bête bilind kirin, çûnkî divê li gorî yasayê Hukûmeta Iraqê ev sînor bêne parastin.
Di vê derbarê de Sîrwan, basa vê yekê jî kir kû wan îro serdana Serokê Herêma Kurdistanê kirine û yadaştnameyek pêşkêşî serok hatiye kirin û belênî dane ku vê yadaştê binirxînin û beyanameyekî fermîjî di vê derbarê de bidin. (Peyamner)
