• Thursday, 05 February 2026
logo

Bombebarana artêşa Tirk bo roja sêyem berdewame

Gulan Media August 20, 2011 Nûçe
Bombebarana artêşa Tirk bo roja sêyem berdewame
Hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Tirk duhî di demjimêr 18:00’an de herêmên Xinêre, Lolan, Xakurkê û Sininê yên Başurê Kurdistanê bombebaran dike.

Li aliyê din hat ragihandin ku Tabûra li Bezelê ya artêşa Tirk a dagirker a li Şemzînanê deverên Çarçela, Geverûk, Avaşîn û Basyanê yên bi ser herêma Herkê ya Başurê Kurdistanê di bejahî de topbaran dike. Li gor agahiyên gihiştin ber dest ku li herêmên ku hatine topbarankirin cih bi cih agir bi daristanan ket û hat zanîn ku di demjimêrên destê sibê de yekîneyên taybet ên bi xwînxwarî û bûyerên salên 90’î yên li dijî gelê sivîl tên nasîn, veguhestine devera navborî.

Li aliyê din li dijî wesayîta zirxpoş ku di dema derbasbûna leşkerên ku bi wesayîtên sivîl ji Xarpêtê ji Çewlîkê re dihatin veguhestin, teqîn rûda. Teqîn ji Çewlîkê re 3 kîlometir mabû pêk hat û di teqînê de wesayîta zirxpoş derbe xwar. Hat zanîn ku li herêma bûyerê ji aliyê leşkerên artêşê ve operasyon hatiye destpêkirin.
…..
Top