Li roja 20`ê tebaxê termên 497 şehîd dê vegerîn in Kurdistanê
Derbarê wê mijarê, rêvebirê paymangeha nojdarî ya dadweriyê li Herêma Kurdistanê Dr. Yasîn Kerîm ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal ya Êraqê amadekaryek gelek baş kirye da ku di 20-8-2011`an de, 497 termên şehîdên Kurd yên ji gorên komî hatine derxistin, vegerînin Kurdistanê û bi meresîmeke mezin binax bikin.
Hêjayî gotinê ye, ku hejmara giştî yên şehîdên ku di gorên komî yên Dîwaniyeyê de ne, ji 2000 şehîd bêtir in.
