• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serok perlemanê kurdistanê di gel Dayikên Aştiyê civîya

Gulan Media August 8, 2011 Nûçe
Serok perlemanê kurdistanê di gel Dayikên Aştiyê civîya
Komiteya Dayîkên Aştîyê ya Kurdistanê, li Hewlêrê bi armanca êrişên dewleta Îranê yên li ser sinorê Herêma Kurdistan li Parlamena Kurdistanê daxûyanî dan û nerazîbûn nişan dan. Dayîk ketin hûndirê parlamentoyê û daxwazên xwe ji Serokê parlamena Kurdistanê Kemal Kerkûkî re gotin.

Li Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bi armanca êrişên dewleta îranê yên li ser sinorê Kurdistanê û dagirkirina Kurdistanê, Komîteya Dayîkên Aşitîyê çûn pêşiya parlemana Kurdistanê û daxûyanîyek dan. Dayîkan, diyar kirin ku ev demeke sinorê Kurdistanê ji aliyê dewleta Îranê ve rastî topbaranê tê û gotin: "Di vê topbaranê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî birindar bûn. Gelek hevwelatî koçber bûn. Êrîşên Îranê bi hevkariya dewletên serdest yên dagirker pêk tên. Dixwazin bi van êrîşan destkeftiyên gelê kurd ji destê wan bigirin.

'Êrîş li dijî avakirina yeketiya netewî ye'

Dayikan, destnîşan kir ku hewldanên Îranê li hemberî pêşkeftinên gelê kurde û pêşî girtina avabûna yekîtiya netewiya gelê Kurde. Dayikan daxwazên xwe yên ku pêşkêşî Parlementoya Kurdistanê kirin û wiha rêz kirin:

1. Divê parlamentoya Herêma Kurdistanê guftûgo li ser van kiryaran bike û biryar bigire.

2. Bi armanca çêkirina zextan, sinorê bazirganî û aborî li gel Îranê were girtin û rêk neyê.

3. Divê malê ji Îranê bê boykotkirin.

4. Di aliyê madî û manewî de divê alîkariyê bidin malbatên koçber.

Piştre hevdîtina dayîkan ya bi Serokê Parlamentoyê Kemal Kerkûkî re qasî seatekê berdewam kir û piştre li ber Parlemantoyê daxuyanî dan. Li ser navê dayîkan Direxşan Îbrahîm axivî û diyar kir ku wan daxwazên xwe yên ji bo rawestandina êrişên Îranê anîne ziman. Direxşan Îbrahîm anî ziman ku wan ji bo dawî li operasyonan bê, bi Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî re hevdîtin pêk anîne.

'Ji bo topbaranê emê seferber bibin'

Endama Komîteyê Direxşan Îbrahîm, bilêv kir ku li ser van daxwazên wan Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî anî ziman ku dê têkevin nava hewldanan û hemû hêza xwe seferber bikin. Îbrahîm, destnîşan kir ku Kemal Kerkûkî anîye ziman ku dê sibe civinekê li ser vê rewşê li darbixin û wê li ser helwestan dagrikirin başûrê Kurdistanê rawestin.

'Em naxwazin êdî xwîn birije'

Direxşan Îbrahîm, derbirî ku ew weke dayikên aşitîyê şer naxwazin û dixwazin li her deverê cihanê aştî û azadî pêk bê. Îbrahîm got: "Em weke dayikên aşitiyê ji şer û xwînrijandin re dibêjin êdî bes e.”
Top