• Wednesday, 04 February 2026
logo

Parlementerên Elman: Necdet Ozel tawanbarê şer e

Gulan Media August 4, 2011 Nûçe
Parlementerên Elman: Necdet Ozel tawanbarê şer e
Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Necdet Ozel di şerê li gundê Bilikan ê navçeya Silopî ya Şinrexê de li dijî gerîlayan çekên kîmyewî bi kar anî û 20 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo vê yekê Partiya Çepgir a Elman ket nava liv û tevgerê. Komek a Partiya Çepgir a Elman ku 5 parlementerên Meclîsa Federal jî di nav de hene, ketin bizavan.

Her çendî di dîmenan de dixuyê ku Necdet Ozelê ku wê dibe Serfermandarê Artêşa Tirk, koordîne kiriye, lê tu nerazîbûnek ji Tirkiyeyê nehat. Ev mijar dîsa ket rojeva Partiya Çepgir a Elman. Jixwe Partiya Sosyalîzma Demokratîk (PDS) ev mijar biribû rojeva Meclîsa Elmanyayê.

Piştî derket holê ku ev operasyon ji aliyê Necdet Ozel ve hatiye kirin, komek ji Partiya Çepgir a Elman ketin nava liv û tevgerê. Endamên Meclîsa Fedaral Ulla Jelpke, Andrej Hunko, Ingrid Remmers, Heidrun Dittrich, Harald Weinberg, Endama Meclîsa Hamburgê Cansû Ozdemir, Endama Mecîsa Eyaleta Hessen Barbara Cardenas, Endama Meclîsa Ren a Bakûr Bärbel Beuermann, Serokê Partiya Çepgir ê Saksonyaya Jêrîn Yilmaz Kaba û nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê Mûrat Çakir daxuyaniyek hevbeş dan û bal kişandin ser boriya Ozel.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku generalek ku sucê şer kiriye, dibe Serfermandarê Artêşa Tirk û ev bangawazî hat kirin; “Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi van helwestên xwe çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi riyên aşitiyane asteng dike. Dema Ozel Fermanarê Cendirmeyan bû ne tenê bepirsê, kuştin, îşkence û girtinên li Kurdistanê bû, di sala 1999 de fermadeya (komûta) karanîna çekên kîmyawî ya li dijî Kurdan jî kiriye.”

Di 11’ê gulana sala 1999 li gundê Bilikan ê navçeya Silopî ya Şirnexê, leşkerên Tirk di şerê li hemberî gerîlayan de bi dehan windahî da. Piştî wê artêşa Tirk cihê ku gerîla lê bûn dorpêç kir û li hemberî gerîlayan çekên kîmyayî bi kar anî. Di encamê de 20 gerîlayên ARGK’ê jiyana xwe ji dest dan. Dîmenên ku ji aliyê leşkerekî ve hatibû belavkirin, di Roj TV û ANF’ê de hat weşandin.

ANF
Top