Li Hewlêrê kongreya bihevre jiyana olên İraqê hat lidarxistin
Kongira Bihevre Jiyana Olên İraqê ku nûnerên hemû olên İraqê têde beşdar in duhî li Hewlêrê dest bi karê xwe kir, îro dawî bi karê xwe anî û aliyên cuda encamnameyek nivîsandin ku biryare daneyek jê bo Hikûmeta Kurdistan û Iraqê bê şandin,
Di encamnameyê de, gelek xwestekên rêxweşker bo bihevre jiyana olî hene û bi taybet yên girêdayî mesîhîyên Iraqê ku heyameke li bajarê Bexda û parêzgeha Neynewayê bûne armanca hêrîşên terorîstan û hejmareka zor hatine herêma Kurdistanê.
