• Saturday, 31 January 2026
logo

Hesabên Swîsreyê ji Erdogan hatin pirsîn

Gulan Media November 30, 2010 Nûçe
Hesabên Swîsreyê ji Erdogan hatin pirsîn
Ali Riza Ozturk Parlamenterê Partiya Komargeriya Gel (CHP) yê Mêrsînê, ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, rastiya îdiaya belgeyên WikiLeaksê ya derbarî hesabên Erdogan ên Swîsreyê pirsiyar kir.

Ozturk, îdiayên belgeyên ku di malpera WikiLeaksê de hatine weşandin anîn rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM).

Ozturk, bi daxwaza bersivdayîna Serokwezîr, pirsiyarname da Serokatiya TBMMê û pirsa “Di belgeyên ku WikiLeaksê weşandine de, tê îdiakirin ku, di bankayên Swîsreyê de 8 hesabên we yên cûda hene. Gelo rastiya vê çi ye?” araste kir.

Ozturk, ji Erdogan xwest ku bersiva van pirsan bide:

* Ger îdia rast e, razemeniyên we yên Bankayên Swîsreyê bi giştî çi qas in?

* We kengê 8 hesab di Bankayên Swîsreyê de vekirin?

* Ji bilî bankayên Swîsreyê, hesabên we yên bankayên biyanî yên dîtir hene? Ger hene, ev hesab di kîja bankayan de ne û çend TL ne?

* Di danezana mal û mulkê we ya îsalê de, 8 hesabên wê yên Bankayên Swîsreyê jî hene?


(AKnews)
Top