Obama bi rêya Balyozê welatê xwe peyamek xweşhaliyê ji Barzanî re şand
Di hevdîtinê de Balyozê Emerîka silavên taybetiyê birêz Barak Obama Serokê Wîlayetê Yekirtiyên Emerîka bi Serok Barzanî ragihand û her wiha xweşhaliya Serok û Îdareya Emerîka jî bi vî awayî bi Serok Barzanî ragihand ku li ber ronahiya destpêşxerî û hewlên Serok Barzanî dawî bi qeyrana pêkanîna Hikûmeta Federala Iraqê hat û hemû hêz û aliyê siyasiyên Iraqê ji bo pêkanîna Hikûmeta hevbeşa nîştimanî gihiştin rêkkeftinê.
Hêjayî gotinêye ku berê jî Balyozê Emerîka li Iraq serdana Serok Barzanî kir û pîrozbahiya xwe û îdareya Emerîka ji bo vê serkeftina ku rêkkeftina aliyê Iraqiyan bû li ber ronahiya destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê, bi Serok Barzanî ragihand.
