• Saturday, 31 January 2026
logo

Celal Talebanî bo cara duyê postê serokatiya Îraqê wergirt

Gulan Media November 11, 2010 Nûçe
Celal Talebanî  bo cara duyê postê serokatiya Îraqê wergirt
Di kombûna perlemana Îraqa federal a vê hêvarê, û piştî helbijartina Usama Nucêfî bo postê serokatiya perlemanê û tevî vekêşana hinek endamên perlemana Îraqê yên bi ser lîsta Îraqiye ve kombûna perlemanê berdewam bû û pirosa helbijartina kesayetiyên berbijar bo postê serokê Îraqê hat sazkirin.

Di gera duyê helbijartinan de Cela Talebanî dengên pêwîst bo wergirtina wê postê bi dest xwe ve anîn û bi fermî carek din bû serokê Îraqê.

Telebanî piştî ku sûnda yasayî xwerî bi fermî Nûrî Malikî bi avakirina hikûmeta nû raspart û di peyva xwe ya taybet bi vê helkeftê de sipasiyek taybet arasteyî serok barzanî kir û rolê wî di avakirina hikûmeta Îraqa federal de bi giring nirxand.
Top