• Saturday, 31 January 2026
logo

Girîgoryo: dema min Hewlêr dît pir bi zehmet min bawer kir ku ez li Iraqê me

Gulan Media November 9, 2010 Nûçe
Girîgoryo: dema min Hewlêr dît pir bi zehmet min bawer kir ku ez li Iraqê me
Şandeyeke welatê Îtaliyayê bi serokatiya Sergiyo de Girîgoriyo endamê senatoya Îtaliyayê û serokê komîteya kartûbarên NATO li parlamentoya Îtaliyayê serdana fermangeha peywendiyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê li Hewlêrê kir û ji aliyê Felah Mistefa bepirsê têkeliyên derve ve hat pêşwazî kirin.
Di dîdarekê de ku Rêzan Heme Salih nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê a li Roamyê amade bû, Felah Mistefa behê rewşa abûrî û siyasiya herêma Kurdistanê kir û got: - Me ji mêje pirosesa avadankiirn û binyatdananê li herêma Kurdistanê dest pê kiriye, lê ji bo berdewamiya wê pirsesê pêwîstiya me bi şartezayî û pisporiya welatên dost, yên weke Îtaliyayê heye. Em hêvîdar in ku şirket û kompaniyên îtalî zêdetir li herêma Kurdistanê hebûna xwe îspat bikin.
Pêkanîna hikûmeta nû ya îraqê mijareke din ya dîdarê bû û di vê çarçoveyê de berpirsê têkeliyên derve îşaret bi destpêşxweiya serok Barzanî ji bo pêkanîna hikûmeta Îraqê û rizgarkirian Îraqê ji wê kiîza ketiye tê de kir û got ku ji bona avakirina hikûmeta hevbeşa niştimanî, duhî di çarçoveyê destpêşxeriya serok Barzanî de serokê hemû kutleyên kurdî û îraqî li Hewlêrê civiyan.
Sergiyo de Girîgoriyo endamê senatoya Îtaliyayê û serokê komîteya kartûbarên NATO li parlamentoya Îtaliyayê behsa serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê û rewşa aramî û demokrasiyê wê kir û got: - Dema min bajarê Hewlêrê dîtî, min bawer nedikr ku ez li Îraqê me.
Sergiyo de Girîgoriyo got ku Îtaliya piştevaniya tecrûbeya herêma Kurdistanê, weke herêmeke aram û demokatîk ku têde mafên tevaya pêkhatên netewî, olî û mezhebî parastîne, dike.
Di dawiya dîdarê de Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê daxaz ji Îtaliyayê kir û alîkariya kar û xebatên nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê a li Romayê bikin û lezî li vekirina konsolxaneya xwe li herêma Kurdistanê bikin.
Top