• Saturday, 31 January 2026
logo

Gul: ji mafê her kesekî ye li dadgehê bi kurdî berevaniyê ji xwe bike

Gulan Media November 8, 2010 Nûçe
Gul: ji mafê her kesekî ye li dadgehê bi kurdî berevaniyê ji xwe bike
Ebdula Gul serok komarê Turkiya berev pêşveçûna demokrasiyê li Turkiya bilind nirxand û ragehand ku dûr ji merema siyasî tawanbar dikarin li dadgehên Turkiya bi zimanê dayikê berevaniyê ji xwe bikin.

Gul herweha got: ‘kurd beşekin ji Turkiya û em wekî miletekî din berê xwe nadinê, belku weko kes û xizmên xwe’.

Ev peyvdana serok komarê Turkiya hevdeme li gel dadgeh kirina 151 siyasetmedarên kurd li bajarê Diyarbekir ku nerazîne ji bilî zimanê kurdî bi çi zimanekê din berevaniyê ji xwe bikin.
Top