• Saturday, 31 January 2026
logo

Serok Barzanî ji bo wergirtina mêdaliya Aştî ya peymana Nato hat destnîşan kirin

Gulan Media November 8, 2010 Nûçe
Serok Barzanî ji bo wergirtina mêdaliya Aştî ya peymana Nato hat destnîşan kirin
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina mêdaliya aştî ya peymana Bakûrê Atlas (Nato) hat destnîşan kirin û biryare di paşarojeke nêzîk de û di rêwresmek ji hejî de ew xelat pê bê bexşin.

Li encama serdana birêz (Sêrcîo De Glîgolîo) Berpirsê Peymana Nato li Senatoya Îtaliya ya Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî da ragihand: Li gor nirxandina wê babeta sebaret bi rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û hewlên Serokê Herêma Kurdistanê li rûyê çespandina demokrasî û aştî li Iraq û navçeyê hate kirin. Peymana Nato, ji bo wergirtina mêdaliya aştî ya Peymana Nato yê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye.

Her wiha Glîgolîo got: Biryare di paşarojeke nêzîk de û di rêwresmekî şayeste de li Romaya paytexta Îtalya vê xelatê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bibexşin û Serokê Parlemena Kurdistanê jî ji bo beşdarîkirina vê rêwresmê û îmzakirina protokola hevtêgihiştina li navbera Parlemena Îtaliya û Herêma Kurdistan û damezrandina bingeheke xûrt ji bo pêwendiya di navbera Parlemena her du aliyan de hat vexwendin bo Îtalya.

Her wiha bi navê Vatikan spasiyên xwe ji bo Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya siyasiya gelê Kurdistanê dûpat kir ku li peyrewkirina siyasetekî hekîmane beramber xuşk û birayên mesîhiyan û ew rewşa aramiya pêkvejiyana aştiyane ku heye û birayên di navbera pêkhatên oliyan de tê kirin.

Ev axaftinên Sêrcîo De Glîgolîo Berpirsê Peymana Nato li senatoya Îtalya li dema wê hevdîtinê de hate kirin ku doh li Hewlêr li gel Dr Kemal Kerkukî Serokê Parlemena Kurdistanê encam da.
Top