Peyama Serok Barzanî ya derbarê salvegera bordiman kirina Qeladizê de
Di bîranîna 47mîn salvegera bombebaran kirina bajarê Qeladizê ji aliyê rejîma besê ve Serok Barzanî li hesabê xwe ya fermî li twitterê peyamek belav kir ku ev jî naveroka wê ye:
47 sal beriya niha di roja 24ê Nîsanê de balefirên şer yên rejîma berê ya Iraqê li bombebarana bajarê Qeladizê da sedan welatî û mamostayên zanîngehê û xwendekaran şehîd kir.
Tawana bombebarankirina Qeladizê beşek bû ji destpêkirina siyaseta jenosaydê ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo nehiştin û qirkirina gelê Kurdistanê planê ji bo wê danîbû.
Hezaran silav li giyanê pakê şehîdên Qeladizê û şehîdên Kurd û Kurdistanê.
