Koçberên Şingalê ji bo wegera navçeyên xwe li benda bicîhanîna rêkeftina Şingalê ne
Hemwelatiyekî koçber ê qeza Şingalê Xalid Qeyranî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hejmarek zêde ya milîs û grubên çekdar nav Şingalê de ne û em naxwazin wegerin bin desthilata nerewa ya wan. Ji ber derveyî bê yasayî û nearamî û dûr li asayîşê ti tiştek li navçeyê tine.’’
Herwaha got: ‘’Çend saleke Şingal di dest terorîrstên DAIŞê hatiye rizgar kirin, lê grub û milîsên çekdar ew dagir kirine û xelkê sivîl nikarin nav wan de bijîn.’’
Xalid Qeyranî got: ‘’Her rojekî hêzên Pêşmerge wegerin Şingalê em jî dê wegerin ser mal û halên xwe. Herwaha naha îdareya rewa ya Şingalê tine, wegera me jî girêdayî bi wegera îdareya rewa ya bajar ve ye.’’
Yek ji koçberên din ên Şingalê jî Mam Evdal jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em li bendê ne rêkeftina Şingalê bê bicîhanîn. Ji bo avadanî û asayîş çêbe. Heta naha me nekariye biçin xaniyê xwe yê hilweşiyayî jî çêbikin.’’
Herwaha got: ‘’Bicîhanîna rêkeftina Şingalê çend paşbikeve dê ziyanên wê zêdetir ji xelkê Şingalê re be. Ji ber wê em daxwaz dikin rêkeftina navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bê bicîhanîn û aramî wegere Şingalê.’’
Herwaha hemwelatiyê bi navê Ekrem Mişko jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Aramî û av û elektrîk û xizmetên din li Şingalê tine, ji ber wê jî em nikarin wegerin ser cîh û warên xwe.’’
Navborî got: ‘’Em dixwazin rêkeftina Şingalê bê bicîhanîn. Ji ber hindî paşbikeve, rewşa me xirabtir dibe. Em havînan ji germa, zivistanan jî ji ber sermayê di bin kon û çadiran de jiyana me gelek zehmete û nexwaşe. Ji ber wê em dixwazin rewş bê asayî kirin û em wegerin ser mal û milkên xwe.’’
Basnews
