Lijneya Berevaniyê ya Parlamentoyê: Kazimî daxwaza civîneke fermandarên artêş û Pêşmerge dike
Endamê lijneya asayîş û berevaniyê li Parlamentoya Iraqê Bedir Ziyadî ragehand: ‘’Bûyerên ewlehiyê yên vê dawiyê metirsîdarin, ji ber ku ji bo avêtina mûşek û balefirên bê balefirvan pare wergirtine.
Bedir Ziyadî ragehand: ‘’Serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî daxwaza civîneke siyasî ya ferbireh li Bexdayê kiriye û bi beşdariya hemû rêveberên siyasî yên bilind ên Iraqê ve dixwaze wê civînê bike.
Piştî wê civînê jî li gor heman parlamenterî ragehandiye, Mistefa Kazimî daxwaza civîneke fermandarê artêş û ewlehiyê û bi beşdariya fermandarên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve dixwaze wê civînê bike.
Li gor gotinên Bedir Ziyadî armanca wê civînê, leşkerî û ewlehiye û danîna plana nû bo parastina seqamgiriya Iraqê ye.
Basnews
