Mesrûr Barzanî derbarê Cejna Ezî peyamek belav kir
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Cejna rojiyên Êzî li tevahiya xuşk û birayên êzdî pîroz dikem . Hêvîdarim ev cejna di seqayekê pirr ji xweşî û şadî û tenahiyê da bibine ser û dûmahiya nexweşî û êş û azarên xuşk û birayên êzdî be.
Hikumeta Herêma Kurdistanê dê berdewam bît li dupatkirinê liser mafên hemû pêkhatan û mukumkirina kultûrê pêkve jiyana ayînî û neteweyî di Herêma Kurdistanê da. Bi wê hêviyê ku xuşk û birayên êzdî yên aware bi serbilindî bizivirine bo cih û warên xwe û deverên wan bihêne avadankirin.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Basnews
